Raporek li ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Qendîl press / Rapor – Qamişlo

Piştî êrîşa duhî ya ku kargeha firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê li Enqerê kir armanc, hikûmeta Tirkiyê Partiya Karkerên Kurdistanê ”PKK” bi wê yekê tohmetbar kir ku li pişt wê êrişê ye û piştî wê jî artêşa Tirkiyê dest bi bombebarankirina deverên cuda yên ”Rojava”, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Agahiyên êrîşan:

Bajarê Kobanî: Bajar hat bombebarankirin, di encamê de sivîl birîndar bûn û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) şehîd bû.

Bajarokê Tel Rifat: Bajarok hate armanckirin, di encamê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dane, ji wan du zarok bûn, û   10birîndar  bûn.

Li Bajarê Qamişlo: Gelek cih hatin bombebarankirin, di nav de embarên Ard, kargeheke Dirbas ku ew kargehek sivil e  û navendeke hêzên Asayîşê.

Balafirên dagirkeriyê li Amûdê jî îstasyoneke elektrîkê kir hedef û di encamê de kargeh rawestiya.

Li Tirbespiyê: Balafirên Tirkiyê rawestgehên petrolê yên El-Ewda, Zarbê û El-Saîde bombebaran kirin û di encamê de ew ji kar hatin derxistin.

Bajarokê Rimêlan: 12 êrîş li ser kargehên pîşesazî hatin kirin, ji bilî wê yekê jî kargeha Suweydiyê ya xazê li gundewarê Dêrikê hate armanckirin, ku di encamê de ziyanên madî pir mezin çêbûn.

Hejmara qurbaniyan:

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama êrîşên Tirkiyê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 25 kesên din jî birîndar bûne û diyar kir ku di van êrîşan de deverên ku tev sivîln û jêrxana bingehîn kirine armanc.

HSD’ê destnîşan kir ku êrîşên dubare yên dewleta Tirk zîhniyeta sûc a Enqereyê nîşan dide û ev yek weke hewldanek ji bo derxistina qeyranên hundirîn nirxand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êrîş şermezar kir, û ew weke sûcê şer nirxand ku binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî ye, û bang li civaka navdewletî kir ku helwestek zelal derbarê êrîşên Tirkiyê de nîşan bide û bang li hevpeymaniya navdewletî û Rûsyayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Daxuyaniya Mazlûm Ebdî:

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û weke sûcê şer nirxand, Her wiha tekezî li ser amadebûna hêzên xwe ji bo parastina gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

تلاش دوباره

Mesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *