Sîham Qeryo: Di 6 mehan de 10 qanûn hatin derxistin

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo da zanîn ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 10 qanûn hatine derxistin.

Sîham Qeryo, derbarê xebatên Meclisa Gelan ên niviya sala 2024’an (6 mehên destpêkê) de, ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî.

Sîham Qeryo destnîşan kir ku di niviya sala 2024’an de Meclisa Gelan 10 qanûn derxistine û got ku di nava wan de Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, Qanûna Şaredariyan, Qanûna Dabeşkirina Îdarî, Qanûna Meclisan , Qanûna Elektrîkê û du qanûnên efûyê jî hene.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo diyar kir ew plan dikin ku di 6 mehên pêş de jî nêrînên komînan bigirin, ev nêrîn biriya meclisên herêman werin rojeva Meclisa Gelan û têkildarî pirsgirêk û plansaziyan gel tevlî biryaran bikin.

تلاش دوباره

Hevpeymaniya Kurdistanî: Zêdebûna sêdarê stratêjiya Komara Îslamî ye bo rêgirtin ji rabûneke din a neteweyên Îranê

Raporên navendên mafên mirovan nîşan didin ku sepandin û cîbicîkirina cezayê sêdarê ji aliyê Komara …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *