Rêxistina Dengê Girtiyên Îranê raporek derbarê rewşa mafên mirovan di meha Tîrmehê de belav kir û tê de ragihand ku herî kêm 77 girtî li Îranê hatine darvekirin.
Li gorî raporê, di heman demê de 160 welatî ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin û 19 kes jî di encama gulebarana rasterast ya hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.
Rapor diyar dike ku rewşa mafên mirovan li Îranê nîşan dide ku pêla zext û binpêkirinên mafan di meha Tîrmehê de jî berdewam kiriye.
Herwiha hat gotin ku 160 kesên hatine girtin ji deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne û di nav wan de xizmên girtiyên siyasî, çalakvanên Kurd û Belûç jî hene.
Qendîlprêss